Li Başûrê Kurdistanê, ev çend mehin tevgerek siyasî bi navê tevgera ”Refrandom” dest bi xebatê kiriye. Yek ji berdevkên tevgerê ku hefteya derbasbûyî bi rêveberiya nûye Bexdayê re hevdîtin pêk anî, ji ajansa AFP re dibêje: “Em tevgerek siyasî ne ku dixwazin dengê gelê Kurdistanê ji bo diyarîkirina qedera xwe ya siyasî bidin bihîstin”.
Armanca tevgerê, wek rêvebirên wê dibêjin ewe ku daxwaza giştiye gelê kurd li Başûrê Kurdistanê bixe rojeva dezgeha rêveberiya nû ya Îraqê u hêzên hevpeyman. Ji bo wê mebestê, niha tevgerê rêze çalakiyek siyasî daye destpêkirin.
Di wê çarçoveyê de heya niha li hundir u derveyî welat bi dehan meş, mitîng, semînar, konferans u civîn hatine pêk anîn. Meha Şubatê li hemû welatên Skandînaviya, Ingilistan, Alman u çend navendên din yên Ewrûpa ji bo piştgiriya wê tevgerê meş hebûn. Li navxweyî welat jî heya niha gelek xwepîşandan hatine li dar xistin u pilana birêvebirina çend meşên dine mezin jî li bajarên Silêmanî, Hewlêr u Dihokê heye.
Karê herî dawiye tevgera Refrandomê berhev kirina 1,7 miliyon imzeyên hevwelatiyan ji bo piştgirî kirin ji daxwaza refrandom bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê bû. Îmza li rojên di navbera 24ê Çile u 15ê Şubatê de ji hevwelatiyên temen 16 sal û mezintir ji hemû zayend û olan hatine berhev kirin. Îmzayên hatî kom kirin, wê heftiyê ji bo rêveberê sivîle Amerîka li Îraqê, Paul Bremer hatin radest kirin.
Tevgera Refrandomê bingehek xwe ya xurte civakî heye u ji aliyê bi milyonan kesan ve tê destek kirin. Tevgera ku li aliyê siyasî ve serbixwe ye, ji aliyê hin partiyan ve jî pêştgiriyê distîne û partiyên ku piştgirî nedabin jî, dijberiya wê nakin.
Di gel ku xwesteka ji dile piraniya xelkê Kurdistanê avakirina dewletek serbixwe be, rêvebiriya siyasiye kurd alîgirê çareseriyek federaliye. Parlemana Başûr, rêvebirên demêye heremê u Kongira Gelê Kurdisatan çareseriya rast ji bo pirsa kurd li Îraq u Başûrê Kurdsistanê, di rewşa niha de avakirina federasyonek demokratîke cografî dizanin.
Lê programa partiyên siaysî her çi be, her demê gotina dawîn her ya gel e. Di mijarek giringe weke diyarîkirina çarenûsa siyasî de, tenê rêbaza şaristanî pirsîna dengê gel e. Welatên ku heya nina bê şer u şidet azad bûne, ezmûnek baş ya refrandomê hene. Ji salên 1990 ê pêve li Chekoslovakia, Quèbec u Timora Rojhilat ji bo çareserkirina kêşeyên neteweyî, û li hin welatên Ewrûpa ji bo projeyên siyasî refrandom pêk hatiye.
Chekoslovakiya bi refrandomê perçe bû û bû du welatên serbixwe, Tîmor a Rojhilat gihîşte serxwebûnê, Ewrûpa perê hevbeş (Euro) xiste bazarê u Quebec yan daxwaza serxwebûnê red kir. Li hemû welatan tenê dengê gel biryarder bû u bandor li ser xwestek u îradeya siyasî danî. Civaka cîhanî bêy ku aliyek siyasî an xelkê bi tiştekê tawanbar bike mejbûr ma ku ji raya gelên wan welatan re hurmetê bigre.
1,7 milyon deng ji bo diyarîkirina qedera gelê kurd li Başûr, di demekê de hatine berhev kirin ku hin derdorên siyasiye Îraqî dixwazin pirsa kurd li welat ji rojeva siyasî derbixin. Rêberên şî`e u partiyên siyasiye sune yan bi dudilî nêzîkî pirsa Kurdistanê dibin u dixwazin rêvebiriya Amerîka jî di wê pirsê de bi xwe re bikin hevdeng.
Her çend li gor gotina serokê YNKê Mam Celal, Ayatullah Sîstanî, rêberê herî xwedî bandore şî`e piştgiriya federalîzmê dike, lê zehmete zêhniyeta siyasetvanên Îraqî hebûna Kurdistanek federe qebûl bike. Ji ber wê hindê destpêşxeriyek (înîsiyatîvek) sivîl ji bo ku xwesteka gel bixe rojevê pêwîste.
Refrendom metodek sivîl, hevdem u demokratîke ji bo çareser kirina pirsên siyasî u neteweyî. Pirsîna raya gel li ser mijarên ku qedera siaysî elaqedar dike mercê bingehîne vekirina demokratîke. Xurtbûna bandora gel li ser pêvajoyên siyasî ji bo pêşxistina harmonî (bihev re jiyana hêmnane) di civakê de merc e. Bi taybet li Rojhilata Navîne pir ji alozî, kêşe u dijberî tevgerên sivîle weke tevgera Refrandomê dikare xwedî bandorek erênî be.
Gelê me li Başûrê Kurdistanê ku piştî şerê 1ê ye Kendavê (1991) çarçoveyek nîv otonom ava kiriye, bêguman wê ji mafên xwe yên neteweyî paşve gav nehavêje. Ji aliyê din ve dema dewlet an rêvebrên nûye Îraqa mijara federasyona demokratîk ku ji hemû gelên welat re mafên wekheve siyasî, kultûrî u neteweyî bipejirîne bavêjin pişt guhên xwe, wê jiyana bi hev re zehmet be.
Di rewşa niha de ku mijara tesbîtbûna qedera siyasiye gelê me li Başûr di rojevê de ye, dengê gel ji her demê pitir bandor heye. Pêgava ku tevgera refrandomê rakirî gavek dîrokî ye ji bo ku dengê gel bê bihîstin.
Abdullah Hicab
01.03.2004